ŞANLIURFA
Parlementerê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Endamê Lijneya Rêveberiya Eniya Tirkmenan Aydin Meruf Selîm wiha got: "Tirkiye dewleteka mezin e û her tim li cem gelên mezlûm e."
Selîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wek komek Parlementerên ji neteweyên cuda yên HKIyê hatine Sirûcê û penaberên ji Sûriyeyê ziyaret dikin.
Selîm bi bîr xist ku zilma rêxistina DÎŞIyê li Telaferê dîtiye û destnîşan kir ku Tirkiye têra xwe alîkariyê dide penaberên ji Kobanêyê.
Selîm eşkere kir ku ewê jî alîkariyê bidin penaberan û wiha axivî:
"Tirkiye têra xwe alîkariyê dide penaberên ji Kobanêyê. Em jî ji bo alîkariya menewî li vir in. Gelên ku li vê derê dijîn divê bi biratî bijîn. Ev 4 sal e ku ez li qampên li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê digerim û ziyaret dikim. Di van deran de hemû cure mirov hene. Di van qampan de kurd, ereb, tirkmen, êzdî û gelên din hene. Divê li ser sedemên koçkirina van kesan lêkolîn bên kirin."
Selîm bi bîr xist ku Tirkiye alîkariyê dide gelên mezlûm.
Selîm diyar kir ku penaber hewcedarê Tirkiyeyê ne û wiha pê de çû: "Tirkiye dewleteka mezin e û her tim li cem gelên mezlûm e. Tirkiyeyê dîsa mezintiya xwe nîşan bide. Divê Tirkiyeyê rexne nekin, piştgiriya wê hildin. Divê li gor vê di nav tevgeran de bin.