Tevî agirbestê jî artêşa Îsraîlê êrîşî deverên curbecur yên li Xeta Xezeyê kir
Istanbul
Li gorî agahiyan tevî agirbesta di rewacê da artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser deverên cuda yên Xeta Xezeyê bi êrîşên hewayî, topxane û tacîza çekdarî didomîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî hêzên Îsraîlê taxên rojhilatê bajarê Xezeyê li bakurê Xezeyê û her wiha deverên rojhilat û bakurê Xan Yûnisa li başûr, hedef girtin.
Di heman demê da li taxa Şûcaiyeya li rojhilatê bajarê Xezeyê, ji deverên ku di êrîşa hewayî da zirar dîtine dû bilind dibû.
Îsraîlê hê daxuyaniyeke fermî derbarê hedefên ku ji hêla êrîşên hewayî û topxaneyên xwe va hatine lêdan, nedaye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
