Dinya

Tevî bangawaziya Trump ku got, "demildest êrîşan rawestînîn" Îsraîl bombebarana Xezeyê didomîne

Mehmet Nuri Uçar  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 04.10.2025
Tevî bangawaziya Trump ku got, "demildest êrîşan rawestînîn" Îsraîl bombebarana Xezeyê didomîne

Istanbul

 Tevî bangawaziya Serokê DYAyê Donald Trump ku gotibû "demildest êrîşên dijî Xezeyê rawestînîn" Îsraîl bombebarana Xezeyê seranserê şevê domand.

Li gorî çavkaniyê tendirustiya Filistînê û şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê ji şevê din va êrîşên xwe yên dijî Xeta Xezeyê ji asîmanan va û bi topbaranê didomîne.

Balafirên cengê yên Îsraîlê li bajarê Xezeyê 2 xanî û herwiha Kampa Penaberan a Nûseyretê ya li naverasta Xeta Xezeyê kir armanc. Di heman demê da li bajarên Xeze û Xan Yûnisê êrîşên asîmanî û topbaran berdewam bû.

Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku seranserê şevê Îsraîlê bi robotên teqerêjkirî yên bi qumanda gelek avahî teqandin.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê da 2 jê zarok herî kêm 21 Filistînî hatin kuştin gelek kes jî birîndar bûn.

- Peyama Trump a demildest êrîşan rawestînin

Serokê DYAyê Donald Trump derbarê plana agirbestê li Xezeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdyopeyamek weşandibû.

Trumpdi vîdyopeyama xwe da spasiya Tirkiye û Qeterê û herwiha welatên din ên ku piştevanê pêvajoya agirbesta li Xezeyê ne, kiribû.

Trump diyar kiribû ku ew li bendê ye ku dîl di zûtirîn dem de werin berdan û vegerin malên xwe û peyama Hemasê jî nirxandibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.