Tevî agirbestê jî artêşa Îsraîlê bi top û helîkopteran êrîşî Xezeyê kir
Gazze
Artêşa Îsraîlê deverên li rojhilatê bajarê Xezeyê û navenda Xezeyê yên ku li gorî peymana agirbestê di bin kontrola wê da ne, bi top û helîkopteran hedef girt.
Îsraîl agirbesta ku di 10ê Cotmehê da li Xezeyê hatibû îmzekirin binpê dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî, topxaneyên Îsraîlê çend deverên li rojhilatê taxên Tufah û Şucaiyeyê yên li rojhilatê bajarê Xezeyê bombebaran kirin.
Helîkoptereke Îsraîlî jî bi çekên makîneyî li deverên ku behsa wan tê kirin gulebaran kir.
Derbarê encamên êrîşan da agahî nehat dayîn ka kuştî û birîndar hene yan na.
Duh êvarê, artêşa Îsraîlê di merasima zewacê da dibistaneke ku mirovên bêwar li rojhilatê bajarê Xezeyê dihewîne hedef girt û 6 Filistîniyên ku piraniya wan zarok bûn, kuştin.
Di daxuyaniya ji ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezeyê ya 16ê Kanûnê da hat ragihandin ku ji dema ku agirbest di 10ê Cotmehê da ket rewacê heya niha Îsraîlê bi qasî 738 caran peyman binpê kiriye û di encamê da zêdetirî 395 Filistînî mirine.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
