Dinya

Tevî agirbestê jî Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezeyê didomîne

Mehmet Nuri Uçar, Ramzi Mahmud  | 07.02.2026 - Rojanekırın : 07.02.2026
Tevî agirbestê jî Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezeyê didomîne

Gazze

 Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li ser deverên cuda yên Xezeyê berdewam kir û avahiyên mayî yên li Xan Yûnisê jî bi teqemeniyan teqand.

Îsraîl peymana agirbestê ya ku ji 10ê Cotmehê va di rewacê da ye binpê dike.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku artêşa Îsraîlê deverên rojhilatê bajarê Xezeyê û deverên rojhilatê bajarokê Cibaliyeyê ya li bakurê herêmê hedef girt.

Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê avahî û xaniyên li rojhilatê Xan Yûnisê bi teqemeniyan teqandin û dengê teqînên mezin li gelek deverên Xezeyê hatine bihîstin.

Hat ragihandin ku keştiyên şer yên deryayî yên Îsraîlê ber bi peravên Refah û Xan Yûnisê va gule reşandine û helîkoptereke Îsraîlê jî li ser Refahê gule reşandiye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji dema ku peymana agirbestê ketiye rewacê va di êrîşên eskerên Îsraîlê da 574 Filistînî hatine kuştin û hezar û 518 kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın