Teşkîlata Hevkariya Îslamî dê bi rojeva Şerîeya Rojava bilez bicive
Istanbul
Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) ji bo gotûbêjkirina gavên îlhaqê û fealiyetên bicihbûnê yên dereqanûnî yên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojavaya dagirkirî, dê 26ê Sibatê roja Pêncşemê di asta wezîrên karên derva da awarte bicive.
Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Teşkîlatê da hat diyarkirin ku civîn dê li ser daxwaza Dewleta Filistînê bê kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di civînê da gavên îlhaqê û fealiyetên bicihbûnê yên dereqanûnî yên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojava dê bên gotûbêjkirin û nexşerêya dijî sepanên guhertina awayê hiqûqî, siyasî û demografîk ê axa Filistînê û têkbirina çareseriya du dewletî dê bên nirxandin.
