Dinya

Terorîstê qaşo berpirsê têkiliyên dereke yên HPGya PKK/KCKyê ye bi operasyona MÎT û Artêşa Tirkiyeyê hat berterefkirin

Mümin Altaş  | 13.09.2021 - Rojanekırın : 14.09.2021
Terorîstê qaşo berpirsê têkiliyên dereke yên HPGya PKK/KCKyê ye bi operasyona MÎT û Artêşa Tirkiyeyê hat berterefkirin

Ankara

Bi operasyona MÎT û Artêşa Tirkiyeyê terorîst Mehmet Emîn Ekinciyê bi kodnavê "Cevher" ku qaşo di nav PKK/KCKyê da berpirsê têkiliyên derve yê HPGyê ye, li Garaya bakurê Iraqê hat berterefkirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, Ekîncî li Tirkiyeyê di çalakiyên PKK/KCKyê da cih girtiye û di 2011an da derbasî Iraqê bûye û li wê derê fealiyetên xwe domandiye.

Ekîncî paşê li herêma Zagrosê û Qendîlê qaşo alîkariya rêvebirtiya rêxistinê kiriye, di 2020î da piştî operasyonên ku derbe li rêxistina terorê xistin, derbasî Garayê bû.

Ekîncî li Qendîl û Şingalê karên ragihandina qaşo rêvebirên payebilind a rêxistina terorê dikir û bi operasyona MÎT û Artêşa Tirkiyeyê hat berterefkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.