Dinya

Terorîstê PKKyî yê li El Babê hat girtin got ew ji hêla 5 Amerîkiyan va hatiye perwerdekirin

Terorîstê PKKyî yê ku duh li El Babê hat girtin got ew û qasî 500 terorîst ji hêla 5 Amerîkiyan va mehekê li Kobanê hatine perwerdekirin.

17.11.2020 - Rojanekırın : 18.11.2020
Terorîstê PKKyî yê li El Babê hat girtin got ew ji hêla 5 Amerîkiyan va hatiye perwerdekirin

Ankara

 Terorîstê PKKyî yê ku duh serê sibê li El Baba bajarê Sûriyeyê hat girtin got ew û qasî 500 terorîst ji hêla 5 Amerîkiyan va mehekê hatine perwerdekirin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji hêzên ewlehiyê hilda, hêzên ewlehiyê îstixbaratek hildan ku endamê rêxistina terorê KCK/PKK-PYD/YPGyê Mehmûd Hemîd wê li were mala eqrebayên xwe yên li El Babê.

Piştî vê agahiyê tîman duh serê sibê di saet 06.30î da operasyonek kirin û li mala xwîşka wî ya li taxa Al Wîlatê li nêzîkî Mizgefta Elbuşiyê Hemîd binçav kirin.

- Dema 16 salî bû beşdarî rêxistinê bû

Terosîtê ku îfadeya wî hat hildan got dema ew li El Babê dijiyan di havîna 2015an da wan koçî Minbicê kiriye, li vir jî ew beşdarî rêxistina terorê ya KCK/PKK-PYD/YPGyê bûye û çûye Kobaniyê.

- 5 welatiyên Amerîkayê perwerde dan

Di îfadeya xwe da terorîst got li Kobaniyê 5 welatiyên Amerîkayê mehekê perwerdeya biçek dane 500 terorîstî ku ew jî di nav wan da bûye.

Terorîst îtiraf kir ku paşê wî li Minbicê li ser navê rêxistinê xebatên îstixbaratê kiriye.

Ew li ser telîmata dozgerê El Babê hat girtin û rayedaran ew teslîmî girtîgeha El Babê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın