Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk wiha got: "Teror li ku derê dibe bila bibe, di hedefa terorê de kî hebe bila hebe, berpirsiyariya wê li ser milên kî dibe bila bibe divê bi awayekî tund bê şermezarkirin."
Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk û hevdîtinên navbera heyetan de, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Tusk got ku di van demên zor û zehmet de, pêdivî bi dostanî û dilsoziyê heye û wiha axivî: "Ez bawer im ku em ê piştevanî û pêbawerî çi ye, nîşanî hev du bidin."
Tusk destnîşan kir ku, di rojên dawî de êrîşên terorî yên ser Tirkiyê zêdetir bûn û wiha dewam kir: "Teror li ku derê dibe bila bibe, di hedefa terorê de kî hebe bila hebe, berpirsiyariya wê li ser milên kî dibe bila bibe divê bi awayekî tund bê şermezarkirin."
-Em bi biryar in ku li Ewropayê dijî "PKKyê" têbikoşin
Tusk got ku YEyê jî bi tehdîda terorê re rû bi rû ma û ew dixwazin di mijara têkoşîna dijî terorê de hevkariyê bikin û destnîşan kir ku ew bi biryar in ku li Ewropayê dijî "PKKyê" têbikoşin.
Donald Tusk êrîşên ser navenda Partiya Demokratîk a Gelan û rojnameya Hurriyetê rexne kir û wiha xeberda: "Divê herêm aram bibe û hewceyî heye ku serdestiya hiqûqê bê nîşandan."
-"Di mijara qeyrana koçberan de şerta ewil lihevkirina navneteweyî ye"
Donald Tusk got ku sedema hatina wî ya Tirkiyê ya herî girîng qeyrana penaberan e û wiha dewam kir:
"Şerta ewil lihevkirina navneteweyî ye. Ji ber vê yekê ez bangî hemû aliyan dikim. Divê em hev du sûcdar nekin û ji bo hevkariya berfireh bên bal hev. Em bi hev du sûcdarkirinê nikarin meseleya koçberan çareser bikin. Ez bawer im ku dê Tirkiye ji nû ve îstîqrarê bîne Tirkiyê û bi taybetî jî Sûriyê. Ji bo vê jî hewceye ku dijî terorê şer bike. Niha Tirkiye û YEyê di bin xetereyeke wiha de ye."
Donald Tusk ragihand ku plana der barê qeyrana koçberan de li Strazburgê pêşkêşî Parlementoya Ewropayê hat kirin û ez jî ji bo agahiyên der barê mijarê de bi Serokomar Erdogan re parve bikin hatim Tirkiyê.