MEKKE
Ji ber ba û bagera li Mekkeya bajarê Erebistana Siûdî rabû wîncek welgeriya, di qezayê da hat ragihandin ku 107 kes mirin û 238 kes jî birîndar ketin.
Di daxuyaniya ku Yekîneya Parasitina Sivîlan a Erebistana Siûdî li ser twîtterê weşand da wiha hat gotin: "Hejmara miriyan xwe gihande 107an ya birîndar jî xwe gihande 238an."
Yekîneya Parasitina Sivîlan beriya vê jî di daxuyaniya xwe diyar kiribû ku hejmara miriyan 87ê ya birîndaran jî 184 e.
Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezder barê qaezaya ku li Mekkeyê qewimî da di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku di qezayê da 2 heciyên ji Tirkiyeyê mirin 19 hecî jî birîndar ketin.
Wek mayîn Mirê Herêma Mekkeyê Xalid el-Feysal jî telîmat da ji bo li ser qezayê lêkolîn bê kirin komisyonek bê avakirin û encama lêkolînê ecele bi rayedaran ra bê parvekirin.