ŞANGHAY
Hat ragihandin ku di teqîna li bajarê Tiencinê yê li bakûrê Çûnê de hejmara miriyan derket 44an.
Li gorî nûçeya ajansa Şînhûayê rewşa 520 kesên ku di teqînê de birîndar bûn.
Li herêma Bînhyaya bajarê Tiencinê, di depoya fîrmayeke lojîstîkê ya madeyên kîmyewî û xeternak de serê sibehê teqîneke mezin qewimîbû.
Hatibû destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê berpirsên depoyê binçav kirin. Meqamên ji herêmê jî daxuyandin ku der heqê teqînê de lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.
Piştî teqînê di gelek avahî û kargehên li derûdorê xesareke mezin pêk hat. Di nûçeyên medyaya herêmê de yên ku çavkaniyên wan şahidên bûyerê ne bal hat kişandin ku lerza teqînê ji çendîn kîlomêtroyan dûr hat hîskirin.
Hat daxuyandin ku lîmana Tiencinê karîgeriya xwe ya rûtîn didomîne û seferên xetên metroya li navenda bajêr bo demekê hatin rawestandin.
Ji hêla din hat destnîşankirin ku teqîn ji aliyê peykeke Japonyayê ve ji fezayê hat dîtin.