Dinya

Televîzyona dewletê ya Îranê kuştina Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî piştrast kir

Tarek Chouiref  | 01.03.2026 - Rojanekırın : 01.03.2026
Televîzyona dewletê ya Îranê kuştina Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî piştrast kir

Istanbul

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşa DYA-Îsraîlê da hatiye kuştin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşa DYA-Îsraîlê da hatiye kuştin lêbelê hûrgilî neda.

Her wiha hat ragihand ku li Îranê 40 roj şîn û 7 roj tetîla fermî hatiye îlankirin.

Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî diyar kir ku Ayetullah Elî Xameneyî roja sibeha şemiyê li ofîsa xwe hatiye kuştin û mirina wî dê bibe destpêka "serhildaneke mezin li dijî zalimên cîhanê".

Donald Trumpê Serokê DYAyê ji di parvekirineke li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê da gotibû ku Xameneyî "miriye".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın