Dinya

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê: Îsraîl ji bo berdêlîkirina dîlan li benda bersiva Hemasê ye

Mücahit Aydemir  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê: Îsraîl ji bo berdêlîkirina dîlan li benda bersiva Hemasê ye

Quds

 Analîstekî ku ji bo KANa televîzyona dewletê ya Îsraîlê axivî anî ziman ku Îsraîlê ji bo peymana berdêlîkirina dîlan "şewqa kesk" veda û li benda bersiva Hemasê ye.

Analîst Roî Şaron îdia kir ku rêveberiya Tel Avîvê derbarê berdêlîkirina dîlan "daxwazên Hemasê qebûl kirine û li benda bersiva hember e."

Şaron got, "Em niha di saetên krîtîk de ne ji ber ku em ji her demê bêtir nêzîkê gihîştina lihevkirinê ne."

Şaron herwiha got, "Di rojên dawîn de Hemasê pêşniyarek pêşkêşî Îsraîlê kir. Di warê qebûlkirina şert û daxwazên Hemasê de, bi Îsraîlê re lihevkirinek hat kirin. Top niha li qada Hemasê ye û pêdivê Hemas dilsozî û berpirsiyariyê nîşan bide. Ger bersiva erênî bide, emê bigihin peymaneke pesendkirî."

Li gorî Îsraîlê, di destê baskê çekdarî yê Hamasê, Lîwayên Îzeddîn Qesamê de 239 dîlên Îsraîlî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın