Ahmet Aydın
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya li Kapali Maraş a Qibirsê daxuyanî dan.
Serokomar Erdogan derbarê nemenqûlên li Kapali Maraşê wiha got, "Piştî ku Komîsyona Nemenqûlan kete dewrê, kî li başûrê hebin dema serlêdanê bikin, dê berdêla hemûyan bê dayin."
Erdogan herwiha got, "Ne mumkun e ku tehemmula bê edaletiya li Qibrisa Bakur bê kirin. Êdî lazim e, em navika xwe bi destê xwe bibirin."
Erdogan wiha pê de çû:
"Îro ew gava ku me li Kapali Maraşê avêt, ji bo xebatên nû ya ku beriya 15 rojan destpêkirin, bû pêvajoyek. Xwedanê van deran ên rastîn diyar in. Ev der li hêviya wê rojê ne ku bigihijin xwediyên xwe."