Tankên sûtemeniyê yên li Bendera Selaleya Umanê ji droneyan ra bû armanc
Istanbul
Tankên sûtemeniyê yên li Bendera Selaleya Umanê ji droneyan ra bû armanc.
Li gorî nuçeya ONAya ajansa fermî ya Umanê ku çavkanî weke ewlekarî nîşan da, bal bo êrîşên bi droneyan yên li dijî welat hat kişandin.
Di nuçeyê da hat destnîşankirin ku li qada asîmanî ya welêt hinek drone xistine xwarê û wiha hat gotin:
"Hinek ji droneyan îsabetî tankên sûtemeniyê yên li Bendera Selaleyê kirin. Di bûyerê de ti qurbanî nehatine ragihandin."
Di nûçeyê da hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên Umanê "hewldanên xwe yên ji bo bersivdayîna êrîşên hovane" ji bo parastina welat û welatiyên wê didomînin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku agir di depoyên sûtemeniyê yên ku hatine lêdan da derketiye.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Umanê da hatibû destnîşankirin ku droneyeke din li bakurê parêzgeha Dukmê hatiye xistin, di heman demê da yeke din jî ketiye deryayê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
