MEZARÊ ŞERÎF
Li Baglana wilayeta Efxanistanê 11 kesên ku do roj berê bi destê milîtanên Talîbanê hatibûn revandin serbest hatin berdan.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Baglanê Cawîd Beşarat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtanên Talîbanê do roj berê li Ehmedzeya herêma Baglanê rê birîbûn û 11 kesên wesayîtekî da revandibûn, rûsipiyên herêmê navçitî kirin û di encama axaftinan da 11 kes serbest hatin berdan.
Beşarat destnîşan kir ku Talîbanê li rêwiyan êşkence nekiriye.
Der barê mijarê da Talîbanê hê daxuyanî neda.
Milîtanên Talîbanê do roj berê li Baglanê wesayîteke ku ji navçeya Dehene-î Guriyê diçûn bajarê Pul-î Humriyê dabûn sekinandin û 11 kesên di minibêsê da revandibûn.