SANA
Li Ebyena bajarê Yêmenê bi wesayîteke bombebarkirî ve êrîş li husiyan hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê li başûrê welêt li bajarê Ebyenê, li Levderê bi wesayîteke bombebarkirî ve êrîş li husiyan hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Tê texmînkirin ku wek gelek êrîşên din ev êrîş jî ji hêla rêxistina Ensaru'ş-Şerîayê hatiye kirin.
Der barê êrîşê de ji meqamên fermî tu daxuyanî nehat kirin.