Tûra duyem a mizakereyên nukleerê yên Îran û Amerîkayê li Cenevreyê dest pê kir
Ankara
Tûra duyem a mizakereyên nukleerê yên Îran û Amerîkayê bi navbeynkariya Umanê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dest pê kir.
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Îranê, hevdîtinên nerasterast ên bi rêya peyaman ên Îran Amerîkayê bi navbeynkariya Umanê li Balyozxaneya Umanê ya li Cenevreyê dest pê kirin.
Pêvajoya dîplomatîk a ku ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên di Hezîrana 2025an da û her wiha şerê 12 rojan rawestiyabû, piştî ku hat vejandin û tûra wê ya yekem a li Masqatê pêk hat, ber bi Ewropayê hat veguhestin.
Di hevdîtinên li Cenevreyê da Ebas Eraqçiyê Wezîrê Karên Derva serokatiya heyeta Îranê dike û her wiha heyeta Amerîkan jî ji hêla Steve Witkoffê Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Taybet Seba Sûriyeyê tê temsîlkirin.
Di heyeta Amerîkayê da her wisa Jared Kushnerê şêwirmendê Trump jî cih digire. Hevdîtin bi kordînasyona Bedr bin Hamed el-Bûseîdiyê Wezîrê Karên Derva yê Umanê da tên meşandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
