Sûriyeyê ragihand ku Baregeha Eskerî ya Tanefê ku hêzên DYAyê jê vekişiyabûn xistiye bin kontrola xwe
Damascus
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku piştî vekişîna eskerên Amerîkî, artêşa Sûriyeyê Baregeha Eskerî ya Tenefê ya li başûrê Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê da hat destnîşankirin ku li Baregeha Eskerî ya Tenefê kontrol ketiye destê artêşa Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku kontrola baregehê di navbera aliyên Sûriye û DYAyê da bi hemahengî tê kirin. Her wiha hat gotin ku artêşa Sûriyeyê êdî li ser sînorê Iraq û Urdinê bi cih dibe.
DYAyê bi balonên çavdêriyê yên ku ji Baregeha Eskerî ya Tenefê ya ku salên 2017 û 2018an berfireh kir, radikirin, di qada bi sedan kîlometroyî ya di navbera Urdin û Rûbarê Feratê da, ji bo çavdêriya fealiyetên eskerî yên DEAŞa rêxistina terorê û yên komên çekdar ên ku Îranê piştevaniya wan dikir, bi kar dianî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
