Dinya

Sûriyeyê ji bo cîbicîkirina rêkeftina bi rêxistina terorê YPGyê ra Nûnerê Taybet tayîn kir

Ahmet Karaahmet  | 22.02.2026 - Rojanekırın : 22.02.2026
Sûriyeyê ji bo cîbicîkirina rêkeftina bi rêxistina terorê YPGyê ra Nûnerê Taybet tayîn kir

İdlib

Hat ragihandin ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina 29ê Rêbendanê ya hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGyê û her wiha birêvabirina pêvajoya entegrasyonê, Tûxgeneral Ziyad el-Ayîş wekî Nûnerê Taybet ê Serokomariyê hat tayînkirin.

Ji Şêwirmendiya Çapemeniyê ya Serokomariya Sûriyeyê ji SANAya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê ra daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, tayînkirina Tûxgeneral Ayîş a wekî Nûnerê Taybet ê Serokomariyê, ji bo xurtkirina dewleta Sûriyeyê li qadê, çareserkirina astengên heyî û çalakkirina xizmetguzariyên qamûyê yên seba welatiyan, hat kirin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku di çarçoveya rêkeftinê da kordînasyona di navbera saziyên têkildar da dê bê pêkanîn û pêvajoya dê bi awayê xwe yê plankirî bê meşandin.

Di navbera rêveberiya Sûriyeyê û YPGyê da di 29ê Rêbendanê da rêkeftineke nû ya agirbest û entegrasyona qedemeyî pêk hatibû.

Di vê çarçoveyê da hêzên ewlekariya navxweyî yên Wezareta Karên Navxweyî di 2yê Sibatê da ketibûn parêzgeha Hesekeyê û di 3yê Sibatê da jî ketibûn navçeya Qamişloyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın