02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
STOCKHOLM
Daîreya Gihandinê ya Swêdê hemû seferên Rêhewayên Iraqê ya ji bo Swêdê qedexe kir.
Daîreya Gihandinê ya Swêdê bi hinceta krîterên ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi cî nayne hemû seferên Rêhewayên Iraqê ya ji bo Swêdê qedexe kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin haya wan ji mexdûrbûna kesên berê bilêt kirîne heye, lê ji bo seferên şirketên şertên ewlehiyê bi cî naynin, destûr nayê dayîn.