Atila Altuntaş
06 Mijdar 2022•Rojanekirin: 07 Mijdar 2022
Tobîas Bîllstromê Wezîrê Karên Derva yê Swêdê got ku dê mesafeyê bixin navbera xwe PKK/YPGya rêxistina terorê.
Bîllstrom daxuyanî dan SRya radyoya dewletê ya Swêdê û got ku "Rêxistinên navborî yên wekî YPG û PYDyê ji ber ku di navbera wan û PKKya ku di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da cî digire da peywendî heye, em ê ji bo ku navbera xwe û Tirkiyeyê xira nekin bi van rêxistinan ra mesafeyê bixin navbera xwe."
Ulf Krîsterssonê Serokwezîrê Swêdê jî li qenala TV+ê da zanîn ku dû bi kesên ku bi PKKya rêxistina terorê ra di nav têkiliyeke nêz da ne ra hevkariyê nekin û got ku "Em ê di çarçoveya biryara xwe da bi tundî dijî hemû fealiyetên ku ji bo terorîzmê li axa Swêdê pereyê berhev dikin yan jî piştgiriyê didin wan bisekinin."
- Partiya Sosyal Demokrat bertek nîşanî biryarê da
Morgan Johanssonê Wezîrê Edaletê yê berê yê ji Partiya Sosya Demokrat jî biryara hikûmeta nû ya der barê mesafexistina navbera xwe û PKK/YPGya rêxistina terorê da wekî rewşeke "dibe sedema fikaran û kirêt" nirxand.
Johansson ragihand ku hikûmetê bêyî ku biryarê bîne parlementoyê hildaye û parast pêkan nîne ku biryar bê qebûlkirin.