Swêd bi fermî bû endamê 32yem ê NATOyê
Washington DC
Bi merasima qebûlê ya protokola derbasbûnê va ya li paytextê Amerîkayê Washingtonê hat lidarxistin, Swêd bi fermî bû endamê 32yem ê NATOyê.
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kirstersson piştî hevdîtina xwe ya li Washingtonê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Blinken protokola fermî ya derbasbûna Swêdê ya ji bo îtifaqa NATOyê nîşanî çapemeniyê da û wiha got, "Ez dixwazim bi vê belgeya beşdariyê va, wekî pişikdarekî Peymana Washingtonê (peymana damezirîna NATOyê) û endamê 32yem ê NATOyê ji Swêdê ra bêjim bi xêr hatî."
Blinken bal kişand ku bi beşdariya Swêdê va NATO êdî dê bihêztir be.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî bi parvekirina xwe ya medyaya civakî Xê va daxuyand ku Swêd bi awayekî fermî beşdarî NATOyê bû.
Li baregeha NATOyê ya li Brukselê di 11ê Adarê da merasima fermî dê were lidarxistin û alaya Swêdê dê li vê derê were bilindkirin.
Swêdê di 18ê Gulana 2022yan da ji bo endametiya NATOyê serîlêdan kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.It’s official – #Sweden is now the 32nd member of #NATO, taking its rightful place at our table. Sweden’s accession makes NATO stronger, Sweden safer, and the whole Alliance more secure. I look forward to raising their flag at NATO HQ on Monday.
— Jens Stoltenberg (@jensstoltenberg) March 7, 2024
