Dinya

Stoltenberg: Di derxistina dan û dexl a ji Ukraynayê da Tirkiye roleke pir girîng dileyîze

Şenhan Bolelli, Ömer Tuğrul Çam  | 30.06.2022 - Rojanekırın : 01.07.2022
Stoltenberg: Di derxistina dan û dexl a ji Ukraynayê da Tirkiye roleke pir girîng dileyîze

Madrid

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, vexwendina Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê dê hefteya bê roja sêşemê bi fermî were îmzekirin.

Stoltenberg di dawiya Zîrweya NATOyê da ku li paytextê Îspanyayê Madrîdê hat lidarxistin da civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Biryara vexwendina Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê me li vir sitand. Dê digel wezîrên karên derva sêşema bê bi fermî were îmzekirin."

Stoltenberg wiha dewam kir, "Em dizanin, dibe ku di navbera Rûsya û NATOyê da şer derkeve ku encamên wê dê xirabtir û wêrankartir bin. Niha her çiqas taybet ji bo Ukraynayê be jî, li Ewropayê krîz û şerekî nedîtî yê ji Şerê Dinyayê yê 2yemîn vir va heye û dibe ku ev xirabtir be jî."

Stoltenberg destnîşan kir ku li ser asta kurewî qeyrana xurek heye, bihayên xurek rekorên dîrokê bi dest xistin û wiha got, "Di derxistina dan û dexl a ji Ukraynayê da Tirkiye roleke pir girîng dileyîze."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.