Sohbeta Putîn û Şî ya li ser "neqla organan û nemiriyê"

Ankara
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng di merasima rêwresma eskerî da ya bi minasebeta 80yemîn salvegera bidawîbûna Şerê Duyem ê Cihanî li paytextê Çînê Pekînê hat lidarxistin, li ser mijara "neqla organan a ji bo dirêjkirina jiyanê û her wiha nemiriyê" axivîn.
Li gorî nûçeya BBCyê, sohbeta ku Putîn û Şî li Pekînê li Meydana Tîenanminê di merasima rêwresma eskerî da bi rêya wergêran kir, di weşana zindî ya têlevîzyona dewleta Çînê da hat qeydkirin.
Di dema sohbeta herdu lîderan da hat bihîstin ku wergêrê Şî bi Rûsî got, "Berê bihurîna ji 70 saliyê nadir bû û niha tê gotin ku di 70yan da hê jî mirov zarok e."
Wergêrê Putîn jî bi Çîniya Mandarînê wiha got, "Bi pêşketina biyoteknolojiyê va mirov dikare organên însanan timî neql bike, însan dikarin ciwantir bijîn û hetta dikarin bigihîjin nemiriyê."
Di pey ra gotina wergêrê Şî ya "Li gorî texmînan di vê sedsalê da şansê jiyaneke heta 150 salan heye." li ser şaşeyê olan da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.