Sivîlên kampên li Îdlibê bi dilekî şikestî Eyda Qurbanê pîroz dikin

İdlib
Bi milyonan sivîlên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û hevalbendên wê revîn û xwe spartin kampên li Îdliba li rojavayê bakurê Sûriyeyê, bi dilekî şikestî, ji mal û halê xwe dûr pêşwazî li Eyda Qurbanê kirin.
Mistefa Emîn ku 2 sal berê neçar ma ji gundewarên başûrê Îdlibê koç kir, di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, wî bêriya eydên berê kiriye ku li mala xwe bi eqrebayên xwe ra derbas dikir. Emînê 37 salî wiha got, "Berî em koç bikin, di hemû Eydên Qurbanê da me qurban serjê dikir. Niha jî em di konê li ser çiya da li benda para goştê qurbanê ne."
Emîn diyar kir, herî dawî wan meha remezanê bi saya xêrxwazekî goşt xwar û wiha got, "Min her tişt li paş xwe hişt, karê min tune û rewşa min nerind e."
Îmad Dawidê ji ber êrîşên rejima Esed ji cih û warê xwe bûye, diyar kir, eydên niha naşibin eydên berê yên gundan û wiha got, "Malbateke tû û tela bû û li kampên cuda bi cih bûn. Ne bextewarî û ne jî şadî ma. Gava xêrxwaz goşt belav dikin, em goşt dixwin. Lewra pereyê kesî tuneye ku bikire. Her tişt pir biha ye."
Ebdulkerîm Seîd ku ew jî ji wan kesan e ji cih û warê xwe bûye, diyar kir ku yekane daxwaza wî ew e ku vegere mala xwe ya ku 2 sal berê ji ber êrîşan terikand. Seîd wiha got, "Me berê qurban serjê dikir. Me merzelên eqrebayên xwe ziyaret dikir. Me bêriya gundê xwe kiriye. Em dixwazin di kurtedemekê da vegerin."
Seîd bal kişand ku wî herî dawî par Eyda Qurbanê goşt xwar û ji ber destengiyê wî qurban serjê nekir.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibêherêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.