Şirkeyên pola yên li Îsfexan û Xuzistana bajarên Îranê di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da hedef hatin girtin
Ankara
Hat diyarkirin ku şirketên pola yên li Îsfexan û Xuzistana bajarên Îranê di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da hedef hatin girtin.
IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ragihand ku Amerîka-Îsraîlê êrîş birin ser yekîneyên hilberînê yên Şirketa Pola a Mibarek a li Îsfexanê û şirketa Pola ya Xuzistanê ya li Xuzistanê.
Hat ragihandin ku di êrîşê da navendeke trafoyeke ceyranê ya Şirketa Pola a Mibarek ya li Îsfexanê û xeteke hilberîna pola hedef hat girtin.
Îzetulah Zareiyê Berdevkê Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got ku "Li kompleksa Pola a Xuzistanê heta niha tu mirin nehatin ragihandin. Lêpirsînên der barê Mibarek Polayê da jî berdewam dikin, îxtimala şehîd û birîndaran tê nirxandin."
Zareî diyar kir niha ji bo ku xisara herdu kompleksan jî binirxînin pispor li cihên bûyerê lêkolînan dikin û da zanîn ku agahiyên der barê mezinahiya xisarê da dê piştî lêkolînan bûn dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
