İSTANBUL
Di çarçoveya jêpirsîna "rêxistina paralel" a di ewlekariyê da, der heqê operasyona dawîn a li 12 bajaran ya ku navenda wê Stenbol e fezleke hat amadekirin. Di fezlekeyê da 80 şikbar hene. Di nav wan şikbaran da Fethullah Gulen, Emre Uslu, Gultekîn Avci û midûrên polêsan jî hene.
Lêpirsîna bi îdiaya "guhdarkirina dereqanûnî, sîxurî, îxlalkirina jiyana taybet, daneyên şexsan bi awayekê bêqanûnî keydkirin, di belgeyên fermî da sextetî avakirin, endambûn û rêvebirina rêxistina terorê, teşebisa ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê da li 12 bajaran operasyoneke ku navenda wê Stenbol e hat kirin û der heqê 28ê wan girtî bi tevahî 80 kesan da fezlekeyeke ku ji 1758 pelgan pêk tê ji serdozgeriyê ra hat şandin. Hûrgiliyên fezlekeye derketin holê.
Di fezlekeyê de 80 şikbar hene. Di fezlekeyê da şikbarê herî mezin Fethullah Gulen e û xêncî wî polêsê kevn Emre Uslu, Gultekîn Avci, Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê yê berê Yurt Atayun jî di nav van 80 kesan da ne.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Misteşarê MÎTê yê berê Hafak Fîdan jî tê de bi tevahî 101 kes di fezlekeyê da wek "miştekî-mexdûr" hatin nivîsandin. Tiştên ku şikbaran der heqê mexdûran da kirine yek û yek hatine nivîsandin.
Di fezlekeyê da teror û terorîzm tên terîfkirin. Ya ku balê dikişîne jî ew e ku ev cara ewil e navlêkirinên "Rêxistina Terorê ya Fethullahgir" (FETÖ), "Rêxistina Dewleta Paralel" hatin bikaranîn. Di fezlekeyê da qala avakirina vê rêxistinê, armanca, sazîbûna, çalakî û sitratejiyên wê dikin.