HEWLÊR
Hunermend Şivan Perwer bangî eqrebeyên xwe yên ku wê di hilbijartinên 7ê hezîranê de têkevin siyasetê kir û ji wan xwest ku bira "nekevin nav siyaseta çalak".
Perwer di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Li welatên pêşketî da kelecaniya hilbijartinan mehekê beriya hilbijartinê tê dîtin lê belê li welatê me ji 6-7 meh berê dest pê dike. Hin eqrebeyên min jî ketine vê kelecanê û tev siyasetê dibin û xeletiyên mezin dikin. Endamên malbata min hetanî niha di tu partiyekê da siyaseta çalak nekirin û di vê hilbijartinê de jî ji bo tu partiyê qala navê wan nayê kirin. Hin caran jî xeberên derew tên weşandin. Lê belê haya min ji xeberên ku der barê malbata min da derdikevin tune, ji bo vê jî tu kesî jî serî li min nexist. Heta haya min jî bi van xeberên der barê malbata min va pê ket. Ez ji malbata xwe dixwazim ku bira di hilbijartinên 7ê hezîranê da di nav siyaseteke çalak da nebin."
Perwer salox da endamên malbata xwe ku bira nebin endam û wiha pê da çû:
"Li herêmê êrîşî gel û kêmnetewan dikin, malên wan talan dikin û tecawiz dikin. Ez li dijî van tiştan di xebatên hunerî da me lê belê wisa nîşan didin ku ez jî di hilbijartinan da terefek im û sipekulasyonan dikin, ez vê wek tiştekî rast nabînim. Helbet fikir û ramanên min hene, dema ku hewce bike ez wan bi hunera xwe va pare vedikim. Wek mayîn ez nafikirim ku di partiyekê da siyaseteke çalak bikim. Her kes dikare li gor azadiya xwe di tevgeran da be lê dîsa jî ez ji malbata xwe dixwazim ku bira di hilbijartinê da nebin berendam.
Konsêra Kobanêyê
Perwer di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Ez xebitîm ku di meha berfanbarê da Kobanêyê ziyaret bikim û ji bo ku moralê bidim hêzên têkoşînê yên kurdan li sînorê Sirûcê konserekê bidim bi hezaran kesan. Mixabin tu kesî dengê min nebihîst. Min li gor îmkanên xwe stran li ser dirama li Şengalê û têkoşîna li Kobanêyê nivîsî û ew jî li ser medyaya civakî bi gel ra pare vekir. Armanca min ew e ku di pêşerojê da vana wek destan binivîsim û vê qehremaniyê ebedî bikim."