İSTANBUL
Hevserokê Gişkî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, li ser şerê li Zanîngeha Egeyê yê ku tê da xwendekarek mir got ku nasname, fikir û ramanên wan çi dibe bira bibe, bi vî awayî kuştina ciwanan tiştekî baş nîne û wiha axivî: "Ez cudahiyê naxim nav HDPyî, MHPyî, CHPyî û AKPyiyan ji hemû ciwanan ra dibêjim. Baldar bin. Di van deman da tehrîk zêde ne û yê zêde bin jî."
Demirtaş Komeleya Karsaz, Kardêr û Esnafên Hevdem ziyaret kir û li vê derê pirsên rojnamevanan bersivand.
Rojnamevanekî der barê bûyerên li Zanîngeha Egeyê da ji Demirtaş pirs pirsî û Demirtaş wiha bersivand: "Bûyer di demeke wisa da bû ku di parlementoyê da li ser pakêta ewlekariya navxweyî em diaxivin û hikûmet bi zora xwe dibêje em ê vê derbas bikin. Divê meriv li ser rastiya pişta vê bûyerê rind lêkolîn bike.
Demirtaş wiha axivî:
Nasname, fikir û ramanên wan çi dibe bira bibe, bi vî awayî kuştina ciwanan tiştekî baş nîne û meriva dixe fikaran. Hemûyên wan zarên dayik û bavan in. Divê her kes baldar be. Di van deman da tehrîk zêde nin û yê zêde bin jî. Di demên beriya hilbijartinan da tiştên wiha bi taybetî tên lidarxistin. Ev tehrîkan bêyî haya hikûmetê an jî li dijî hikûmetê nayên kirin. Divê hikûmeta AK Partî jî hesabê vî şerê ku duh li zanîngehê bû bide."
Demirtaş destnîşan kir ku ji dervayî zanîngehê 150 kes hatine zanîngehê lê belê polês li wir tunebûne û wiha axivî: "Polêsên ku bi şev û roj zanîngehan dagir dikin di wan saetan da tunin. Xortek tê kêrkirin, 45 deqîqeyan li hêviya ambûlansê dimînin. Bi zorê digihînin nexweşxaneyê û xort dimre. Ev tu tesaduf in? Divê li ser vê lêkolîneke baş bê kirin."
Demirtaş ji xwendekaran ra got ku bira baldar bin û wiha axivî: "
"Nebî nebî di van mijarên wiha da bertekên bêaqil nîşan bidin û hevdu tehrîk bikin. Em gişkê ji vê zirarê bibînin. Gelek caran ev li Tirkiyeyê ceribandin. Ev kêrî me nayê. Ji ber vê yekê ez cudahiyê naxim nav HDPyî, MHPyî, CHPyî û AKPyiyan ji hemû ciwanan ra dibêjim. Baldar bin. Di van deman da tehrîk zêde ne û yê zêde bin jî. Em nikarin ji ber ku MHPyî ye ji yekî ra bêjin ev bê qîmet e. Ew jî ciwan e, dê û bavê wî jî hene. Mala kê bişewita ew vê êşê pê derdixe. Lewra tevahiyê Tirkiyeyê ji ber vê bûyerê di fikaran da ye."