Dinya

Şewata ku li Îsraîlê di navbera Quds û Tel Avîvê da derket yek ji şewatên herî mezin ên di dîroka welêt da ye

Burak Dağ, Faruk Hanedar  | 01.05.2025 - Rojanekırın : 03.05.2025
Şewata ku li Îsraîlê di navbera Quds û Tel Avîvê da derket yek ji şewatên herî mezin ên di dîroka welêt da ye

Quds

 Îtfaiyeya Îsraîlê eşkere kir ku şewata ku di navbera Quds û Tel Avîvê da li qada daristanê derket yek ji şewatên herî mezin ên dîroka welêt e.

Li gor nûçeya KANa televîzyona dewletê ya Îsraîlê Shmulîk Frîedmanû Berpirsê Herêma Qudsê ya Îtfaiyeya Îsraîlê ragihand ku dijî yek ji şewatên herî mezin ên dîroka welêt têkoşîn didin.

Frîedman di daxuyaniya xwe ya bo çapemeniyê da got ku "Em di nav şewateke daristanê ya gelekî mezin da ne, dibe ku şewata herî mezin e ku li vê welatê heta niha deketiye."

Frîedman destnîşan kir ku îtfaiyeya Îsraîlê niha ji pêşîgirtina şewatê "gelekî dûr e" û diyar kir ku hê nehatiye tesbîtkirin ku ka çi bûye sedema şewatê.

Li Îsraîlê ji ber şewatên ku îro li Daristana Eştaolê ya di navbera Quds û Tel Avîvê da dest pê kir heta niha 5 cî û war hatin texliyekirin.

Birêvebiriya Tel Avîvê ji bo midaxeleya şewatê Yûnanistan, Xirwatistan, Îtalya, Aliyê Rûman a Qibrîsa Başûr jî di nav da ji 6 welatan daxwaza alîkariya navneteweyî kir.

Îtfaiyeya Îsraîlê bi 12 balafirên vemirandina şewatê û 50 ekîbên xilaskirin û vemirandina şewatê va ji bo ku pêşî li şewata ku bi tesîra bayê gur belav dibe bigire û şewatê hilde bin kontrolê dixebite.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın