Dinya

Serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê: Di êrîşa Îranê da li bajarê Aradê 10 jê giran 84 kes birîndar bûn

Faruk Hanedar  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê: Di êrîşa Îranê da li bajarê Aradê 10 jê giran 84 kes birîndar bûn

Quds

 Stêrka Dawud a Gevez a serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê daxuyand ku di bersivdayîna Îranê ya dijî başûrê Îsraîlê da moşekek rasterast li bajarê Aradê ket û 10 jê giran 84 kes birîndar bûn.

Stêrka Dawud a Gevez daxuyanî da diyar kir ku di bersivdayîna Îranê ya dijî başûrê Îsraîlê da moşekek rasterast li bajarê Aradê ket.

Di daxuyaniyê da got ku ji herêmê ra gelek wezîfedarên tenduristiyê û gelek ambulans û firoke hatin şandin, 84 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê, ji wan rewşa 10 kesan giran e, 4 kes jî ji ber tirsê tên tedawîkirin.

Îranê bişev li dû hev gelek moşek avêtin Îsraîlê û gelek parçeyên moşekan li herêmê ketin.

Moşekên Îranê rasterast li bajarên Arad û Dîmonayê ketin, li Dîmonayê jî bi dehan kes birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın