Dinya

Serokên YEyê bangî Îsraîlê kirin ku dawî li dorpêçiya li Xezeyê bîne

Selen Valente Rasquinho  | 27.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Serokên YEyê bangî Îsraîlê kirin ku dawî li dorpêçiya li Xezeyê bîne

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) bangî Îsraîlê kir ku dawî dorpêçiya li Xezeyê bîne û dan zanîn ku ji ber mirinên sivîlan xemgîn in.

Beşa Rojhilata Navîn a danezana encama Lûtkeya YEyê ya ku li Brukselê dewam dike, hat parvekirin.

Serokan xwest ku demildest li Xezeyê agirbest bê îlankirin û hemû êsîr bê şert û merc bûn berdan û hat gotin ku "(Serokên welatên endamê YEyê) Ji ber rewşa însanî ya li Xezeyê, mirinên sivîlan ên pêkan nîne ku bê qebûlkirin û asta birçîbûnê xemgîn in."

Serokên YEyê bangî Îsraîlê kir ku dorpêçiya li Xezeyê bi temamî rake, demildest destûr bide ragihandina bêasteng û belavkirina alîkariyên insanî û derfet bide ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêxistinên alîkariya însanî bixebitin.

Serokan destnîşan kir ku hiqûqa navneteweyî ya însanî jî di nav da divê Îsraîl berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da tam bi cî bîne.

Serokên YEyê şîdeta Îsraîlê ya dijî Filistîniyan û berfirehkirina axa Filistînê ya ku Îsraîlê dagir kiriye şermezar kir.

Serokên YEyê her wiha bang kirin ku li ser tevdîrên sînordarker ên dijî Hemasê da jî bêtir bixebitin.

Serokan destnîşan kir ku YE dê ji niha pê va jî girêdayî çareseriya du dewletî û aştiya domdar bimîne û amade ne ku di vê mijarê da piştgiriyê bidin.

- Îran

Serokan di mijara Îranê da jî destnîşan kir ku divê tu carî destûr neyê dayîn ku çekên nukleerê yên Îranê çêbin û banga xwe ya vegera ser maseya mizakereyê dubare kir.

- Sûriye

Serokên YEyê behsa geşedanên li Sûriyeyê jî kirin û kêfxweşiya xwe ya ji ber rakirina mueyideyên dijî Sûriyeyê anîn ziman û gotin ku "Divê li gor hiqûqa navneteweyî hember serxwebûn, desthilatdarî û yekîtiya axa Sûriyeyê ya di nav sînorên ewledar da rêz bê girtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın