Dinya

Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn gihîşt Tirkiyeyê

Barış Seçkin  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn gihîşt Tirkiyeyê

Roma

 Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn bi mebesta yekemîn serdana xwe ya derva ya fermî ber bi Tirkiyeyê va firiya.

Yekemîn geşta derva ku Tirkiyeyê û Libnanê di xwe da digire ya Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emînê ku li Dêra Katolîkê di Hilbijartina Papatiyê da ya meha gulanê weke Papa hat hilbijartin, îro dest pê kir.

Papayê ku li ser vexwendina fermî ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan serdana Tirkiyeyê dike, dê pêşî hevdîtinên fermî li paytext Enqereyê bike.

Papa Leoyê 14emîn îro sibê saet 07:40î bi dema herêmî (09:40 bi dema Tirkiyeyê) ji Balafirgeha Navneteweyî ya Leonardo Da Vinci (Fiumicino) ya Romayê bi balafireke taybet a ku armaya Papatiyê li ser e û ji hêla ITA Airlinesê va ji bo rêwîtiya wî hatiye peydakirin, bi firê ket.

Digel Papa Sekreterê Dewleta Vatîkanê (Serokwezîr) Kardînal Pietro Parolîn û Sekreterê Karûbarên bi Dewletan ra (Wezîrê Karên Derva) Serpîskopos Paul Richard Gallagher û hinek rayedarên din li balafirê siwar bû. Balafira ku zêdetirî 70 rojnamevan, tevî nûçegihanekî AAyê, jî te da ne ber bi Tirkiyeyê va firiya.

Berî ku balafir bifire, Papa Leoyê 14emîn ji kesên ku ew birê kirin, xatir xwest.

Tê payîn ku balafira taybet a ku Papa hildigire ya bi reqema "AZ 4000" a bi tîpa "A320neo" ya aîdî ITA Airlinesê, li gorî dema Tirkiyeyê di saet 12:30yî da bigihêje Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.