Serokê Rûsyayê Putîn: Îran ji bo piştevaniyeke bi cureyekî din daxwaz nekiriye
"Em bi Îranê ra di nav peywendiyê da ne, emê sibe jî û piştî wê jî di nav peywendiyê da bin. Îran ji bo piştevaniyeke bi cureyekî din daxwaz nekiriye"

Saint Petersburg City
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn destnîşan kir ku di peymana hevbeşiya stratejîk a di navbera Îran û Rûsyayê da madeyên ku "qadên parastinê" di xwe da bigirin nînin û got, "Em bi Îranê ra di nav peywendiyê da ne, emê sibe jî û piştî wê jî di nav peywendiyê da bin. Îran ji bo piştevaniyeke bi cureyekî din daxwaz nekiriye."
Putîn di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburg da pirsên rêveberên ajansên nûçeyan ên navneteweyî bersivandin. Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz jî beşdarî civînê bû.
Putîn behsa wê yekê kir Rûsyayê di rabirdûyê da pêşniyaz li Îranê kiribû ku li ser pergala parastina asîmanî bi hev ra bixebitin û got, "Îranê eleqe nîşanî vê yekê nedabû. Di peymana hevbeşiya stratejîk (a di navbera Rûsya û Îranê) da di warê parastinê da maddeyek tuneye. Dostên me yên Îranê jî daxwaz nekirine."
Putîn bersiv da pirsa Rêveberê Giştî yê AAyê ku pirsî "Gelo plana piştevaniya Rûsyayê ji bo Îranê heye yan na?" û got, "Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da ya derbarê pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da hemî nerînên me hene. Tiştekî ku lê zêde bikim tuneye. Em bi Îranê ra di nav peywendiyê da ne, emê sibe jî û piştî wê jî di nav peywendiyê da bin. Îran ji bo piştevaniyeke bi cureyekî din daxwaz nekiriye."
Putîn anî ziman ku pisporên Rûs li Santrala Enerjiya Nukleerê ya Bûşehrê dixebitin û got, "250 kes hene, dibe ku derkeve heta 600 kesî. Em naçin cihekî. Ma ev jî ne piştevaniyek e?"
- Putîn spasiya Serokomar Erdogan kir
Putîn bal kişand ser mizakereyên 2022yan ê Stenbolê ên bi Ukraynaya ra û got, "Em spasiya Serokomar Erdogan dikin, (sala 2022yan bi Ukraynayê ra) peyman hatibû amadekirin. Dû ra (Rojavayiyan) gotin divê li qadê zora Rûsyayê biçe. Her tişt badilhewa kirin û berê xwe dan wê armancê. Lê niha rewş guherî."
Putîn destnîşan kir ku ew amade ne mizakereyên bi Ukraynayê ra bidomînin û got, "Wateyeke van mizakereyan heye. Me di warê berdêlîkirina 1200 dîlî da li hev kir. Me 500 ji wan da û 400 eskerên xwe sitandin. Me zêdetir ji 6 hezarî cesedên eskeran teslîm kir. Em amade ne 3 hezar cenazeyên din teslîm bikin. Ev reqemeke trajîk e."
Putîn bal kişand ser li rola Tirkiyeyê ya di warê mizakerayan da û got, "Encamên mizakereyên li Stenbolê, rehendeke wê ya mirovî heye. Em spasiya Serokomar Erdogan dikin."
Putîn anî ziman ku heyetên mizakereyê yên Rûs û Ukraynayê di nav peywendiyê da ne û got, "(Wezîrê Karên Derva Hakan) Fîdan û Erdogan ji bo pêvajoya çareseriyê gelekî hewl didin. Trump jî bi awayekî dilsoz ji bo çareseriyê hewl dide."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.