Şeyma Uzundere
11 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2022
Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Davîd Sassolî li nexweşxaneya ku 2 hefte ye lê tedawî dibû mir.
Berdevkê wî Roberto Cuillo li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku Sassolî mir.
Sassolî li nexweşxaneya Avîanoya bajarê Îtalyayê bi saeta herêmî di saet 01.15an da mir.
PEyê beriya vê daxuyaniyek dabû ku Sassoliyê 65 salî ji ber pirsgirêkeke di pergala laşparastina wî da çêbûye rakirine nexweşxaneyê.
Ji 26ê çileya pêşîn vir va tedawiya Sassolî dewam dikir û hemû bernameyên wî hatibûn betalkirin.
Sassolî di meha îlonê da jî ji ber nexweşiya zatureyê di nexweşxaneyê da mabû û beşdarî gelek civînên YEyê nebûbû.
Sassolî cara ewil di 2009an da di PEyê hatibû hilbijartin û 2019an da jî bûbû serok. Sasolî ji bo hilbijartina serokatiyê ya PEyê ya ku wê li Strazburgê di navbera 17-20 çileya paşîn da çêbibe nebûbû namzet.