Dinya

Serokê Lijneya Giştî ya NYê êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nesrê ya li Xezeyê bi tundî şermezar kir

Islam Doğru  | 27.08.2025 - Rojanekırın : 27.08.2025
Serokê Lijneya Giştî ya NYê êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nesrê ya li Xezeyê bi tundî şermezar kir

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ (AA) - Serokê 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Philemon Yang êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nesrê ya li Xezeyê ku tê da rojnamevan û xebatkarên tendirustiyê canê xwe ji dest dabûn, bi tundî şermezar kir.

Berdevka Lijneya Giştî ya NYê Sharon Birch di birîfînga rojane da axivî.

Birchê got, Serokê Lijneya Giştî ya NYê Philemon Yang êrîşên Îsraîlê yên dijî Nexweşxaneya Nesrê bi tundî şermezar dike. Kuştina sivîlên bêguneh, rojnamevan û xebatkarên tendirustiyê nayê qebûlkirin.

Birchê, banga Yang a ji bo agirbesteke demildest li Xezeyê bi bîr xist û her wiha tekez kir ku pêdivî bi gihîştineke tam, bilez, ewle û bê asteng ji bo rêxistinên mirovî heye da ku alîkariya pêwîst bigihînin nifûsa sivîl a li Xezeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın