Serokê Konseya Têkiliyên Derva ya Stratejîk a Îranû Harrazî di êrîşa Amerîka û Îsraîlê da giran birîndar bû
İran
Hat ragihandin ku Serokê Konseya Têkiliyên Derva ya Stratejîk a Îranê Kemal Harrazî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da giran birîndar bû.
Li gor çapemeniya Îranê Amerîka û Îsraîlê êrîş avahiya Harrazî ya li Tehranê kir.
Hat diyarkirin ku Harrazî xedar birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, xanima wî jî jiyana xwe ji dest da.
Harraz serşêwirmendiya Elî Xamaneyê serokê berê yê Îranê kiribû.
Mucteba Xamaneyê serokê niha xwestibû ku hemû rayedarên di heyama Elî Xamaney da peywir dikirin bila peywira xwe bidomînin.
Harrazî her wiha peywira Wezîrtiya Karên Derva kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
