Dinya

Serokê Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê Mişrî: "Civînên li Cenevreyê bêwate ne"

Serokê Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê Xalid el-Mişrî daxuyand Neteweyên Yekbûyî (NY) hewl dide ji bo çareseriyê li Cenevreyê civîn îro dest pê bikin, lê ji ber ku alî beşdar nabin, civîn bêwate ne.

Türkan Tosun  | 26.02.2020 - Rojanekırın : 27.02.2020
Serokê Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê Mişrî: "Civînên li Cenevreyê bêwate ne"

Ankara

Serokê Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê Xalid el-Mişrî daxuyand Neteweyên Yekbûyî (NY) hewl dide ji bo çareseriyê li Cenevreyê civîn îro dest pê bikin, lê ji ber ku alî beşdar nabin, civîn bêwate ne.

Mişrî daxuyanî da televizyoneke herêmî û der barê civînên li Cenevreyê yên îro wê dest pê bikin da axivî.

Li gor nexşerêya Neteweyên Yekbûyî ji Meclisa Nûneran a Tobrukê û Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê 13 kesên ku wê beşdarî civînê bûbûna naxwazin beşdarî civînê bibin. Mişrî got ev kes dibêjin ewê beşdarî civînê nebin, ji bilî vê 14 kesên ji hêla Nûnertiya Taybet a Libyayê ya NYyê va wê bên diyarkirin jî kesên bişik in û tê îdiakirin alîgirên Hefter in.

Mişrî wiha axivî: "Heke ev îdia rast bin, kesên Gassan Selame (Nûnerê Taybet ê Libyayê yê NYyê) wan hildibêjêre divê ji aliyên cuda yên civaka Libyayê temsîl bikin, lê xuya dike ew têkiliyên siyasî temsîl dikin."

Mişrî got aliyan anîn ziman ku ewê beşdarî civînên li Cenevreyê nebin û wiha dewam kir: "Kî wê beşdarî vê civînê bibe? Bi ya min li Cenevreyê diyalogeg wê pêk neyê. Dema meqamên fermî beşdar nebin, tu wateya hevdîtinên li Cenevreyê namîne."

- “Hefter diyalogê naxwaze”

Mişrî got Hikûmeta Mitebaqata Neteweyî lihevkirinê dixwaze û wiha dewam kir: "Yê ku êrîşî Trablusê kir (Hefter) ji bo çareseriya eskerî hewl dide û lihevkirinê qebûl nake. Tekane zimanê ku Hefter qebûl dike hêz e. Bi rêya siyasî em dikarin bi wekîlan ra hevdîtinan bikin, lê bi Hefter ra diyalog tune. Me ji zû va ev li dû xwe hîşt."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.