Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî: "(Êrîşa dijî baregeha Pêşmergeyan) Îranê qebûl kir ku xeletî kir"
Arbil
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştî êrîşa fuzeya balîstîk a Îranê ya duh a ku bû sedema kuştina Pêşmergeyan, ew bi Îranê ra ketin têkiliyê, Tehranê qebûl kir ku xeletiyek hatiye kirin û soz da ku der heqê mijarê da lêpirsînê bide destpêkirin.
Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasima cinazeyên Pêşmergeyên di êrîşa duh da hatin kuştin, bû.
Barzanî li vir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku piştî êrîşê ew bi Îranê ra ketin têkiliyê û wiha got, "Îranê qebûl kir ku xeletî kir û soz da ku di vê mijarê da lêpirsînê bikin."
Barzanî got ku ew li benda bersiva encama lêpirsînê ne û wiha got, "Helbet me ragihand ku em vê bi tundî şermezar dikin. Polîtîkaya Herêma Kurdistanê diyar e. Em li herêmê faktora aramî û îstiqrarê ne. Me berî niha jî deklare kir ku em ne ji bo tu welatekî cîran û ne jî ji bo Îranê tehdîd in."
Barzanî bal kişand ku ji destpêka pevçûnên Amerîka-Îsraîl û Îranê û vir va ew helwesta xwe didomînin û wiha got:
"Em ne beşekî vî şerî ne û em ê nebin jî. Niha hêviya me ew e ku Îran di vê mijarê da lêpirsîneke berfireh bimeşîne û agahiyê bide Herêma Kurdistanê bê ka çi qewimî."
Di 24ê Adarê da li dijî baregeha Pêşmergeyan a li Sorana navçeya Hewlêrê bi 6 fuzeyên balîstîk êrîş hatibû kirin, di encamê da 6 Pêşmerge hatibûn kuştin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
