Dinya

Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî: "Lihevhatina li Sûriyeyê ji bo çareseriya aştiyane gaveke giring û rast e"

Salih Bilici  | 30.01.2026 - Rojanekırın : 31.01.2026
Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî: "Lihevhatina li Sûriyeyê ji bo çareseriya aştiyane gaveke giring û rast e"

Istanbul

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî derbarê peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê û YPGyê da ya ku pêşbîniya agirbestê dike, got, "Lihevhatina li Sûriyeyê ji bo çareseriya aştiyane, bidawîanîna aloziyan gaveke giring û rast e hatiye avêtin."

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Xê ya şirketa DYAyê, peymana nû ya di navbera rêveberiya Şamê û YPGya rêxistina terorê da ku pêşbîniya agirbest û entegrasyoneke gav bi gav dike nirxand.

Barzanî wiha got:

"Em pêşwazî û piştevaniya lihevhatina navbera Rêveberiya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin ku bi mebesta rawestandina şer, entegrekirina saziyên eskerî û kargêrî, misogerkirina mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd û vegera koçberan bo ser cih û warên wan hatiye kirin. Ev lihevhatina li Sûriyeyê ji bo çareseriya aştiyane, bidawîanîna aloziyan gaveke giring û rast e hatiye avêtin.

Me her tim tekez kiriye ku diyalog, hevfêmkirin û rêyên siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan da be. Ev lihevhatin zemîneke bihêz ji bo tenahî, aştiya civakî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan xweş dike. Em hêvîdar in bibe cihê avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bihêt da û bidestveanîna aramiyê ji bo Sûriye û herêmê bi giştî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.