Serokê Heyeta Rûs Medînskiy: "Em ji encamên mizakereya kêfxweş in û amade ne ku peywendiyan bidomînin"
"Di rojên pêşiya me da ewê berdêliyeke mezin bi qasî 1000 dîl bi 1000 dîlî bê kirin. Aliyê Ukraynayê daxwaza hevdîtina di asta serokdewletan da kir. Me ev daxwaz qeyd kir"

Moskova
Vladimîr Medînskiyê Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn yê ku serokatiya heyeta Ûris a mizakereyên li Stenbolê dike got ku ji encama mizakereyên bi Ukraynayê ra kêfxweş in û amade ne ku peywendiyan bidomînin.
Medînskiy piştî mizakereyên ku bi mazûvantiya Tirkiyeyê li Ofîsa xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê di navbera Rûsya û Ukraynayê da hatin kirin daxuyanî dan rojnamevanan.
Medînskiy da zanîn ku mizakereyên ku bi înîsiyatîfa Putînê Serokdewletê Rûsyayê bi Ukraynayê ra rasterast hatin kirin qediyan û got ku "Em ji encamên mizakereya kêfxweş in û amade ne ku peywendiyan bidomînin."
Medînskiy der barê mijarên ku di mizakereyan da li serê li hev kirin da agahî dan û ev gotin:
"Di rojên pêşiya me da ewê berdêliyeke mezin bi qasî 1000 dîl bi 1000 dîlî bê kirin. Aliyê Ukraynayê daxwaza hevdîtina di asta serokdewletan da kir. Me ev daxwaz qeyd kir. Rûsya û Ukrayna wê nêrînên xwe yên ji bo agirbestê bi hûrgilî pêşkêş bikin, pişt ra wê mizakere bidomin. Em vê maqûl dibînin."
- Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Umerov piştî Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê daxuyanî dan rojnamevanan
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem umerov got ku "(Bi Rûsyayê ra) Me li hev kir ku ji bo hezar kesî hezar kes bi hev bên guherandin."
Umerov piştî Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê ya ku di çarçoveya mizakereyên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê da tên kirin li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê hat kirin bersiva pirsên rojnamevanan da.
Wezîr Umerov diyar kir ku di civînê da mijarên agirbest û pevguherîna dîlan û civîneke muhtemel a di asta serokan da hat axaftin û got ku (Bi Rûsyayê ra) Me li hev kir ku ji bo hezar kesî hezar kes bi hev bên guherandin."
Umerov da zanîn ku li ser modalîteyên cuda jî xebitîn û got ku "Hempîşeyên me di nav peywendiyê da ne û em ê hemû belgeyan bi hev ra biguherînin. Niha hewcehiya me bi guherîna dîlan heye. Em ê di demek nêz da ragihînin we ka merhaleya din çi ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.