Serokê DYAyê Trump di warê agirbesta li Xezeyê da spasiya Serokomar Erdogan kir

Washington DC
Serokê DYAyê Donald Trump bal kişand ser hewlên Tirkiyeyê yên ji bo agirbesta li Xezeyê û got, "Serokomar (Recep Tayyîp) Erdogan di warê Hemas û hinek komên din da bixwe eleqedar bû û karekî serkeftî kir."
Serokê DYAyê Trump di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî da, peymana agirbestê ya ku ji bo Xezeyê hat kirin ku herwiha ku tê payîn bikeve rewacê nirxand.
Trump bi bîr xist ku peymana agirbestê ya ku tê payîn li Xezeyê bikeve rewacê ji bo aştiya Rojhilata Navîn dîrokî ye û anî ziman ku ew bawer e ev peyman dê aştiyê bîne herêmê.
Trump ji bo her welatekî ku beşdariyên giring di pêvajoyê da kirin bi taybetî Tirkiye, Qeter û Misrê spas kir û got, "Ez dixwazim spasiya xwe ya mezin ji serokên Tirkiye, Qeter û Misrê ra bikim ji bo ku alîkariya me kirin ku em bigihîjin vê encama bêhempa û ji bo ku li kêleka me sekinîn."
Trump got, "Serokomar Erdogan di warê Hemas û hinek komên din da bixwe eleqedar bû û karekî serkeftî kir."
Trump îdia kir ku wan "şer" li Xezeyê bi dawî kiriye û destnîşan kir ku rê li ber aştiyê di pîvanek mezin da vebûye, got, "Ez difikirim ku ev aştî dê mayînde be, ez hêvî dikim ku her û her bidome."
Trump her wiha got ku ew ê biçe Misrê da ku peymanek fermî îmze bike û girtî dê roja duşemê an sêşemê werin berdan.