Dinya

Serokê Dewleta Maldîvan Muîzzu daxuyand ku heta Filistîn azad nebe, wezîfeya wan wê temam nebe

Halil İbrahim Medet  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Serokê Dewleta Maldîvan Muîzzu daxuyand ku heta Filistîn azad nebe, wezîfeya wan wê temam nebe Halil İbrahim Medet

Istanbul

 Serokê Dewleta Maldîvan Mihemed Muîzzu diyar kir ku welatê wî helwesta xwe ya bi biryar ya li dijî Îsraîlê wê bidomîne û wiha got: "Serweriya rastîn bi mezinahiya welatekî yan jî bi hêza wê ya eskerî va nayê pîvan, di bin zextê da jî îradeya wê heke girêdayî wîcdanê be, bi vê yekê va tê pîvan."

Serokomarê Maldîvan Mihemed Muîzzu di hilbijartinên serokatiyê yên 2023yan da wek namzetê Kongreya Neteweyî ya Gel (PNC) hilbijartin qezenc kir.

Muîzzu di meha Nîsanê da qedexe kir ku xwediyên pasaportên Îsraîlê bikevin Maldîvanê.

Muîzzu êrîşên Îsraîlê yên dijî keştiyên sivîl ên ku di avên navneteweyî da alîkariya mirovî dibirin jî li dijî qanûna navneteweyî wekî heqaret bi nav kir.

Muîzzu derbarê nijadkujiya Îsraîlê ya ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir va li Xezeyê li ser gelê Filistînî dike û tevgera civaka navneteweyî ya li dijî Îsraîlê ya ku bandora wê tune da pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Muîzzu anî ziman ku hiqûqa navneteweyî divê ji bo hemû welatan wekhev be û wisa miemeleyê bike û wiha axivî: "Civaka navneteweyî divê êdî ji gotinên şermezarkirinê wêdetir tevbigere û hiqûqa navneteweyî bi awayekî bêalî bide bicîanîn. Ji bo ku Îsraîl fêm bike ku sûcên wiha nayên qebûlkirin, divê bi rêya zextên siyasî, mieyîde û sînordarkirinan va ew bê neçarkirin ku hesab bide."

Muîzzu daxuyand ku hikûmeta wî kevneşopiya hevkariya bi dehan salan a ji bo Filistînê ya Maldîvan bidomîne û wiha got:

"Kesên ku pasaportê wan ê Îsraîlê hene, me ketina wan a Maldîvan qedexe kir. Em beşdarî doza Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku li dijî Îsraîlê hat vekirin, bûn. Ji bo ku li gorî sînorên 1967an dewleteke Filistînê ava bibe û Qudsa Rojhilatê bibe paytextê wê, em ê bangewaziya xwe bidomînin. Em ê ji bo Filistînê piştgiriya xwe bidomînin ku di Neteweyên Yekbûyî (NY) da endamtiya tam bi dest bixe. Em ê di platformên navneteweyî da bi awayekî çalak cih bigirin û ji bo ku doza Filistînê tu carî neyê jibîrkirin û edalet tecelî bike, em ê bixebitin. Filistîn heta ku azad nebe, wezîfeya me kuta nabe."

Muîzzu diyar kir, welatekî piçûk ê mînanî Maldîvan dema ku li dijî Îsraîlê biryar dan, ji semboltiyê wêdatir beyankirina helwestê ye, Maldîv bi tena serê xwe bimîne jî helwesta wê dê neguhere, lê heke zêdetir welat li ser helwesta xwe biryardar be, tesîreke wê ya gewre wê çêbibe û kes wê nikaribe li hemberî vê tesîrê xwe li kerî û koriyê dayne.

Muîzzu daxuyand, tu berjewendiyên aborî yan jî hesabên stratejîk nikarin bêdengiya li hemberî nîjadkujiyekê meşrê bikin û wiha dewam kir, "Heke qîmeta qezenca madî yan jî hêsaniya siyasî ji jiyana mêr, jin û zarokan zêdetir bûbe, wê demê civaka me ya kurewî pisûleya xwe ya exlaqî winda kiriye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.