Serokê Amerîkayê Trump: "(Îran-Îsraîl) Agirbest ket rewacê, ji kerema xwe binpê nekin"

Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê da ket rewacê, daxwaz kir ku neyê binpêkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê der barê rageşiya navbera Îran û Îsraîlê da daxuyanî da.
Serok Trump wiha got, "Agirbest ket rewacê, ji kerema xwe binpê nekin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyandibû ku wan li Îranê êrîşa esmanî bir ser tesîsên nukleerê yên Fordo, Natanz û Îsfehanê û gotibû ku wan ev cihên girîng "bi temamî ji holê rakirin".
Trump daxuyandibû ku di navbera Îsraîl û Îranê da "agirbesteke tam û tekûz" çêbû û bi vê agirbestê va şer wê bi dawî bibe.
- Serokê Amerîkayê Trump: "Îsraîl, wan bombeyan neavêje (Îranê), heke tu biavêjî ev ê bibe binpêkirineke mezin"
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku êrîşî Îranê neke bang li Îsraîlê kir û wiha got: "Îsraîl, wan bombeyan neavêje (Îranê). Heke tu biavêjî, ev ê bibe binpêkirineke mezin. Pîlotên xwe tavilê bîne."
Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê der barê agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê da daxuyanî da.
Trump wiha got: "Îsraîl, wan bombeyan neavêje (Îranê). Heke tu biavêjî, ev ê bibe binpêkirineke mezin. Pîlotên xwe tavilê bîne."
- Serokê DYAyê Trump: "Ewê Îsraîl êrîşî Îranê neke, agirbest di rewacê da ye"
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand, "Ewê Îsraîl êrîşî Îranê neke, agirbest di rewacê da ye. Ewê hemî balafir paşda vegerin, wê bi dostane 'silava balafirê' bidin Îranê. Ewê kes zirarê nebîne. Agirbest di rewacê da ye. Ji bo eleqeya we ya ji mijarê ra sipasiya we dikim."
Donald Trump ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê derbarê agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê da daxuyanî da.
Trump destnîşan kir ku ewê Îsraîl êrîşî Îranê neke û got, "Ewê Îsraîl êrîşî Îranê neke, agirbest di rewacê da ye. Ewê hemî balafir paşda vegerin, wê bi dostane 'silava balafirê' bidin Îranê. Ewê kes zirarê nebîne. Agirbest di rewacê da ye. Ji bo eleqeya we ya ji mijarê ra sipasiya we dikim."
Trump di parvekirineke xwe yî din da jî got, "Tesîsên nukleerê yên Îranê ewê qet careke din neyên avakirin."
- Pêvajoya Agirbestê
Trump di saetên şevê da ragihandibû ku ewê Îsraîl û Îranê agirbestê ragihînin. Îsraîlê jî daxuyanibû ku agirbest qebûl kiriye.
Dûv ra ragihandibû ku dê agirbest di saet 07.00an da dest pê bike.
Piştî ragihandina agirbestê Îsraîlê îdia kiribû ku Îranê mûşek avêtiye welêt, Wezîrê Parastina Îsraîlê jî ragihandibû ku ferman daye ku êrîşî Îranê bê kirin.
Sererkaniya Îranê jî îdiaya avêtina mûşekan ji Îranê, derewandibû.
Serokê DYAyê Trump ragihand ku Îran û Îsraîlê agirbest binpê kirin
Serokê DYAyê Trump ragihand ku Îran û Îsraîlê agirbest binpê kirin û ew ji vê rewşê kêfxweş nîne.
Trumpê ku beriya ber bi Lûtkeya NATOyê ya li Laheya bajarê Hollandayê birêkeve li Qesra Spî daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku berdewamkirina êrîşan şikestina xeyalan e.
Trump destnîşan kir ku Îranê jî û Îsraîlê jî agirbest binpê kiriye û anî ziman ku ew bi teqez nizane ka bi qesdî hatiye kirin yan na.
Trump diyar kir ku ji ber gelek tiştên ku duh qewimîn kêfxweş nîne û ragihand ku pê dilnexweş bûye ku "Îsraîlê di dema ku agirbest çêbû da êrîş kir."
Trump tekezî kir ku Îsraîlê vê sibehê operasyon li dar xistiye û got, "Divê ez bihêlim ku Îsraîlê aram bibe."
Trump her wiha got, "(Îsraîl-Îran) Ewqas ji mêj va bi tundî şer dikin ku, ew bi xwe jî nizanin bê ka çi dikin."
- Pêvajoya Agirbestê
Trump di saetên şevê da ragihandibû ku ewê Îsraîl û Îranê agirbestê ragihînin. Îsraîlê jî daxuyanibû ku agirbest qebûl kiriye.
Dû ra ragihandibû ku dê agirbest di saet 07.00an da dest pê bike.
Piştî ragihandina agirbestê Îsraîlê îdia kiribû ku Îranê mûşek avêtiye welêt, Wezîrê Parastina Îsraîlê jî ragihandibû ku ferman daye ku êrîşî Îranê bê kirin.
Sererkaniya Îranê jî îdiaya avêtina mûşekan ji Îranê, derewandibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.