Serokê Amerîkayê Trump: "Îran wê îro derbeyeke mezin bixwe"
Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Îran wê îro derbeyeke mezin bixwe."
Trump li ser platforma medyaya civakî ya Amerîkî Truth Socîalê derbarê êrîşên li ser Îranê da daxuyanî da.
Donald Trump îdia kir ku "Îranê ji cîranên xwe yên Rojhilata Navîn lêborîn xwestiye û bi saya êrîşên Amerîka û Îsraîlê teslîm bûye" û wiha got, "Îranê dixwest Rojhilata Navîn bigire û hikûm bike. Ji bo cara yekem di nava hezar salan da li hember welatên Rojhilata Navîn yên li dora wê şikestinek dît."
Trump diyar kir, "Îran wê îro derbeyeke mezin bixwe" û got ku "herêm û komên li Îranê ku heta niha nehatine hedefgirtin di xetereya tunekirin û mirinê da ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
