Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "(Îran) Ew jî dixwazin li hev bikin, bi îhtimal e ku em ê îro bi telefonê biaxivin"

Islam Doğru  | 23.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Serokê Amerîkayê Trump: "(Îran) Ew jî dixwazin li hev bikin, bi îhtimal e ku em ê îro bi telefonê biaxivin"

New York

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku Îran jî dixwaze bi Amerîkayê ra peymanê bike û got bi îhtimal e ku ew îro bi aliyê Îranê ra bi telefonê biaxivin.

Trump beriya ji Florîdaya ku dawiya xwe ya hefteyê lê derbas kir veqete û li balafirê siwar bibe, pirsên rojnamevanan bersivandin.

Trump anî ziman ku ew bi "hin kesên pir maqûl û saxlem ra diaxive" û wiha got: "(Îran) Ew jî dixwazin li hev bikin, bi îhtimal e ku em ê îro bi telefonê biaxivin."

Trump wiha dewam kir: "(Îran) Îhtimaleke mezin heye ku em peymaneke ku garantiya tu tiştekî nade, bikin. Ez garantiya tu tiştekî nadim. Ez tenê dibêjim ku îhtimaleke pir mezin heye ku peymanek çêbibe. Heke ez kesekî ku bahîsê dilîze bûbûma, minê şert bigirta ku ew ê çêbibe."

Trump daxuyand kesên ku ew bi wan ra axiviye "kesên ji hundir in" û "rêz li ber wan pir tê nîşandan" û wiha got: "Dibe ku yek ji wan hema ew kes e ku em lê digerin. Binêrin li Venezuelayê ev yek çiqas baş bi rê va diçe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.