Serokê Amerîkayê Trump: "Sîtoleke mezin ber bi Îranê va diçe"
Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku "sîtoleke mezin ber bi Îranê va diçe" û hişyarî da rêveberiya Tehranê ku ew lihevkirinê pêk bînin, heke nekin "êrîşeke hê xirabtir" wê bê kirin.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Sîtoleke mezin ber bi Îranê va diçe."
Trump destnîşan kir ku ev ji fîloya ku bi pêşengiya keştiya balafir a mezin ya Abraham Lîncoln a ku ji Venezuelayê ra hatiye şandin mezintir e û wiha got: "(Fîlo) Wekî ya li Venezuelayê, heke hewce bike ew amade ye, dixwaze û dikare wezîfeya xwe bi lez û bez pêk bîne."
Trump bang li Îranê kir ku ji bo "peymaneke adil, wekhev û ji her kesî ra baş" bilez bila ew li ser maseya danûstandinan rûnê û anî ziman ku ev peyman wê çekên nukleer nehewîne.
Trump got, "Dem kêm dibe. Ev bi rastî giring e. Wekî ku min berê jî ji Îranê ra gotibû, peymanê çêbikin" û bi bîr xist ku Îranê peyman çênekir, ji ber vê yekê wan jî di 22yê Hezîrana 2025an da Operasyona Çakûçê ya Nîvê Şevê" kir.
Trump wiha got: "Êrîşa din wê hê xirabtir be. Destûrê nedin vê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
