Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "Putîn dixwaze ez li wir bim û ev îhtimalek e"

Aynur Şeyma Asan, Enes Canlı  | 14.05.2025 - Rojanekırın : 15.05.2025
Serokê Amerîkayê Trump: "Putîn dixwaze ez li wir bim û ev îhtimalek e"

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump biwarê mizakereyên aştiyê yên ku li Stenbolê bi mazûvaniya Tirkiyeyê dê di navbera Rûsya-Ukraynayê da bên kirin wiha got, "(Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir) Putîn dixwaze ez li wir bim û ev îhtimalek e."

Trumpê di çarçoveya ziyareta Rojhilata Navîn da ber bi Qeterê bi rê ket, di balafira serokatiyê Air Force Oneê da daxuyanî da çapemeniyê.

Trump biwarê mizakereyên aştiyê yên ku li Stenbolê bi mazûvaniya Tirkiyeyê dê di navbera Rûsya-Ukraynayê da bên kirin wiha got, "Putîn dixwaze ez li wir bim û ev îhtimalek e."

Serok Trump wiha got, "Ku ez li wir nebim dê (Putîn) li wir be, ez nizanim."

- Hevdîtina Trump bi Şara ra

Trump li ser hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra jî wiha got, "Yekî newaze, ciwan, cazibedar, tund e û raboriyeke wî ya bihêz heye. Wisa dixuyê şansekî wî yê baş heye. Min bi dostê xwe yê qenc (Serokomar Recep Tayyip) Erdogan ra xeberda, li gorî wî (Şara) dê serkeftî be. Ev der (Sûriye) welatekî wêranbûyî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın