Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "Min tu tişt teklîfî Îranê nekir"

Emirhan Demir  | 30.06.2025 - Rojanekırın : 30.06.2025
Serokê Amerîkayê Trump: "Min tu tişt teklîfî Îranê nekir"

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, ji roja ku li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê êrîş hatin kirin û heta niha "ew bi rêvebiriya Tehranê ra neaxiviye" û wî tu tişt teklîfî Îranê nekiriye.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Sociala medyaya civakî der barê pêvajoya piştî êrîşên ser tesîsên nukleerê yên Îranê daxuyanî da.

Serok Trump got, "Yek ji Senatorê Demokrat Chris Coons ra bêje ku min tu tişt teklîfî Îranê nekiriye."

Trump destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama bi milyar dolaran pere da Îranê, lê ew ê vê yekê neke û îdia kir ku Plana Çalakiyê ya Çarçoveya Hevpar (JCPOA) jî êdî derbasdar nîne.

Trump her wiha diyar kir, ji roja ku li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê êrîş hatin kirin û heta niha "ew bi rêvebiriya Tehranê ra neaxiviye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.